DAIŞ êrîşî Hêzên Artêşa Sûriye kir
DAIŞê êrîşî hêzên Artêşa Sûriyê li biyabana Dêrazorê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê êrîşî hêzên Artêşa Sûriyê li biyabana Dêrazorê kir.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, ku çekdarên DAIŞê êrîşî Hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarê Meyadîn ê ser bi Dêrazorê ve kirin e. Ligor Rewangehê şer di navbera her dû aliyan de derketiye û zyanên canî jî hene.
Beriya niha Rewangehê eşkere kiribû, ku li biyabana di navbera parêzgeha Hums û Dêrazorê de çar hezar km çargoşe xak, di destê rêxistina DAIŞê de ye.
Herçend bidawîhatin a DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatiye ragihandin jî, tê diyarkirin, ku çaneyên nivistî yên vê rêxistina li her du welatan hene. Di valahiya ewleyî de, car caran êrîşan dibin ser hêzên Sûriye û Iraqê.
C.B