HDP: Helwêsta Birêz Bahçelî heye, lê ne ya CHP!

Cigirê Serokê Koma HDPê ya Parlamena Tirkiyê Saluhan Oluç got: Serokê MHPê bîr û çûnên xwe yên girêdayî İmrali eşkere kir, gelo CHP bo çi heta niha bêdeng e

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigirê Serokê Koma HDPê ya Parlamena Tirkiyê Saluhan Oluç got: Serokê MHPê bîr û çûnên xwe yên girêdayî İmrali eşkere kir, gelo CHP bo çi heta niha bêdeng e?

Saluhan Oluç got: Oposizyon di derbarê grevên birçîbûnê û dorpêça li ser Ocalan de, bêdeng e.

Oluç, di derbarê desteka Ekrem Imamoglu ya Stenbolê de jî got: Heşta helwesta Oposizyona Tirkiyê di derbarê zordariya liser wan de, ne eşkere ye. Wan jî, hîn jî tu  biryarek nedan e.

Cigirê Serokê Koma HDPê diyar kir: Serokê MHPê Birêz Bahçelî di derbarê dorpêça ser Ocalan de, helwesta xwe eşkere kir, lê heşta Oposizyon bêhelwest e.

Sarohan Oluç pirs ji Oposizyonê kir û got: Gelek zehmet e hûn li dijî bê qanuniya li ser Îmralîyê derkevin? Oposizyon pêwist e kiryarên derveyî yasayan yên welat, rexne bike.

 

 

 

C.B