Herêma Kurdistanê di navbera Bexdayê û xwaztên Turkîya bo zêdekirina şandina petrolê
Turkîya ji Îraqê daxwaz dike şandina Pertola xwe bo Turkîyayê zêde bike, her biryareka hikumeta Îraqê di vî warî de pêdivî bi rezamendîya hikumeta Herêma Kurdistanê heye. Çunku şandina petrola Îraqê bi rêya borîyên Herêma Kurdistanê dibe, endamekê perlemana Kurdistanê, ji Komîteya Wize û jêderên Suriştî jî daxwaz dike pişkek ji dahata wê petrola dihê şandin bo Herêma Kurdistanê bihê danan.
K24- Hewlêr

Li ser zêdekirina rêjeya şandina petrola Îraqê bo Turkîyayê , wezîrê derveyê Turkîyaê di serdana xwe ya dawîyê de li gel berpirsên Bexdayê gotûbêj kiribûn, lê heya niha ti biryarek li ser evê mijarê nehatîye dan. Perlemantarekêdi perlemana Îraqê de Kurd li Komîteya Petrol û Wizeyê dibêje: niha rojane 90 hezar bermîl ji petrola Îraqê bo Turkîyayê dihê şandin.
Zêdekirina şandina petrolê bi rêya borîyên petrolên Herêma Kurdistanê dibe, ev jî careka din hikumeta Îraqê û Turkîyayê naçar dike rêkkevtinê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê wajû bikin.
Rêbwar Babkeyî, Perlemater di perlemana Kurdistanê di Komîteya Wize û Samanên Suriştî, daxwaz dike hinek ji dahata wê petrola bo Turkîyayê dihê şandin bidin Herêma Kurdistanê.
Piştî sepandan sizayên Emerîkayê bi ser Îranê re, niha Turkîya nekare petrola Îranê bikire û naçare bo kirîna petrolê rezamendîya herdû hikumetan Hewêr û Bexdayê wergire bo zêdekirina şandain petrolê. Çaverê dihê kirn piştî pêkanîna kabîneya nû hikumeta Herêma Kurdistanê di vî warî de biryara dawîyê bide.