Du mamostayên Zanîngeha Selahedînê di rêzbendiya çêtirîn zanayên cîhanê de hatine destnîşankirin

Botan Cewdet Ebdula û Haje Omer Osman
Botan Cewdet Ebdula û Haje Omer Osman

Navenda Nûçeyan (K24) – Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkî di rêzbendiya xwe ya salane de bo bibandortirîn zanayên cîhanê de, du mamostayên Zanîngeha Selahedînê di nav %2 ya çêtirîn zanayên cîhanê de danan.

Berpirsê Ragihandina Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdullah îro Înê, 9ê Cotmeha 2026ê, ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Bi serbilindî ve navê her du mamostayên zanîngeha me; Profesorê Alîkar Dr. Botan Cewdet Ebdula li Pişka Fîzîkê û Profesora Alîkar Dr. Haje Omer Osman li Pişka Kîmyayê, ji aliyê Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkayî ve di rêzbendiya çêtirîn %2 ya zanayên cîhanê de hatine destnîşankirin."

Berpirsê Ragihandina Zanîngeha Selahedînê tekez jî kir: "Ev destkeftiyê zanistî yê mezin ji bo Zanîngeha Selahedînê û karwanê akademî yê Herêma Kurdistanê serbilindî ye, û em daxwaza serkeftina berdewam bo wan dikin."

Rêzbendiya çêtirîn %2 ya zanayên cîhanê (World’s Top 2% Scientists List) çalakiyeka cîhanî ya salane ye, ku ji aliyê Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkayî ys navdar ve bi hevahengî ligel dezgeha belavkirina zanistî ya cîhanî "Elsevier"ê tê amadekirin. 

Ev vavartin bibandortirîn vekoler û zanayên seranserî cîhanê li ser bingeha pîverên standard ên amajepêdanê (Citations) li bingeha navdewletî ya “Scopus”ê destnîşan dike.

Ev rêzbendî pîvera “c-score”ê bi kar tîne, ku giringiyê dide bandora zanistî ya vekolerî, di nav de jî hejmara giştî ya amajepêdanan (Total citations), pîverê hevsengiyê yê vekolanê (h-index), hejmara pişkdaran di vekolanê de û pêgeha nivîserî.