Çiroka Ajal hezekî Kurd

Kalemêrekî Kurd ku li Stenbolê, li xaniyek wêran dijî, rojane xweytiya bi dehan kûçik û pisîkên li kûçe û kolanan dike, xwarinê dide ajalan û çi birîna wan ajalek hebe bi destê xwe derman dike.

K24-Istanbul

Kalemêrekî Kurd ku li Stenbolê, li xaniyek wêran dijî, rojane xweytiya bi dehan kûçik û pisîkên li kûçe û kolanan dike, xwarinê dide ajalan û çi birîna wan ajalek hebe bi destê xwe derman dike. 

Remezan Keleşê 65 salî nîvê emrê xwe daye pisîk û kûçikên bêkes.

Kalemêrê Kurd ku li Stenbolê dijî û debara xwe bi berhevkirina kaxiz û plastîkan dike, her roj bi destê xwe xwarin û avê dide bi dehan ajalên li kûçe û kolanan.

Remezan Keleş- ajalhezekî Kurd, got: Pêşî ez xwedî li yek pisîkan derketibûm paşê yek û yek zêde bûn. Min ji wan hez kir. Nanê wan didim. Gava ez dibînim ew nan dixwin ez ji wan bêhtir kêfxweş dibim û xwe wek mirovê herî dilxweş ê cîhanê hîs dikim.

Keleş ev 20 sal e li vê xaniya kevn û wêran ku yek jûra wî heye dimîne, pisîk û kûçikên bêxwedî bi şev û roj li mala xwe dike mêvan û çi nexweşî û birîna wan hebe, bi destê xwê derman dike.

Remezan Keleş- ajalhezekî Kurd, got: Niha yekî were ji min re bêje ez te bibim Amerîkayê li wir bijî, lê ez naçim. Çimkî nikarim dev ji pisîkan berdim. Li Semsûrê welatê min xeber hat gotin cinazeyek xizmê te heye lê ez nekariyam ku biçim. Eger biçûma ajal birçî diman.

Cîranê wî Fethî Ozçelîk dibêje, apê Remezen ji bo ajalên bêxwedî wek dayik û bav e.

Fethî Ozçelîk- cîranê ajalhezê Kurd, dibêje: Kekê Remezen qed nezewiciye, zar û zêçên wî tune lê wek bavek, dayikek ku çawa xwedî zarokên xwe derdikeve ew jî bi heman awayî xweytiya ajalên bêxwedî dike. Her roj paqijiya ajalan dike ku av karekî ne hêsan e.

Ajalhezê Kurd dibêje hezkirina mirovan, bi hezkirina ajalan dest pê dike, yê/a ku ji ajalan hez neke ji mirovan jî hez nake.