Nûrî Malîkî: Serdema dron û teknolojiyê ye, ne ya zêdebûna serbazan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî nerazîbûna xwe li hember pêşniyara vegerandina xizmeta serbazî ya neçarî nîşan da û ragihand, ev gav bi pêşkeftinên serdemê re nagunce.

Di demekê de ku Encumena Nûneran a Iraqê mijara vegerandina xizmeta serbazî ya neçarî (leşkeriya bi zorê) gotûbêj dike, Nûrî Malîkî bi tundî li dijî vê projeyasayê derket.

Nûrî Malîkî îro 22ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek weşand û tê de diyar kir, şêwazên şerên nûjen bi temamî guherîne, êdî serkeftina di meydanên şer de, ne bi hejmara zêde ya serbazan, lê bi rêya dron û teknolojîya pêşkeftî pêk tê.

Malîkî got: "Vegerandina hejmareke zêde ya ciwanan bo nav rêzên artêşê, dê barekî darayî yê pir giran bixe ser milê dewletê, bêyî ku hewcedariyeke rasteqîn a serbazî hebe."

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa pêşniyar kir, li şûna vegera bo pergalên kevin, divê ew budçe û çavkaniyên darayî ji bo bilindkirina karîna artêşê werin bikaranîn. Malîkî daxwaz kir ku hêzeke bi bandor, teknîkî û nûjen were avakirin ku her çend hejmara wan kêm be jî, lê di asta şerên modern ên îro de bin.

Di dawiya peyama xwe de, Nûrî Malîkî bang li Encûmena Nûneran kir ku beriya pesendkirina vê yasayê, bi hûrî li ser encam û bandorên wê bisekinin û nirxandineke cidî jê re bikin.