Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê hate ragihandin

Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê ya ku çavê herkesi lê bû, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve hate ragihandin. Mafnas û parêzeran jî ev pêngava nû ya Tirkiyê nirxandin û derbarê yaseyên azadiyan de boçûnên xwe raber kirin. Li gorî wan ne gotin, di yaseyan de îcraet lazim e.

K24-Istanbul

Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê ya ku çavê herkesi lê bû, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve hate ragihandin. Mafnas û parêzeran jî ev pêngava nû ya Tirkiyê nirxandin û derbarê yaseyên azadiyan de boçûnên xwe raber kirin. Li gorî wan ne gotin, di yaseyan de îcraet lazim e.

Ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê hate ragihandin. Çavê herkesî li vê belgenameyê bû ku Erdogan derbarê wê dibêje li ser dû esasên bingehÎn û dû perspektîfên sereke hatiye dirûstkirin. Yek jê, maf û azadî ya din jî bihêztirkirina demokrasiyê û bi pêşxistina maf û azadiyan e. Lê parêzer didin zanîn Tirkiye li gorî salên berê di wan xalên sereke ên demokrasiyê gelekî lawaz bûye.

Gulseren Yolerî - parêzer û seroka İHD ya Stenbolê, got:"Min ne bawer e ku ev desthilat an jî serokkomr di rojekê de karekterê xwe biguherîne û li mafên mirovan û demokrasiyê vegere. Hin sedemên ferz hene ku mecbur mane van gavan biavêjin. Hilbijartin nêzîke û pejinkariya civakî jî ya li ser derbirina ramanê hatiye qonaxa herî hassas. Divê ev hemû bêne fikirîn. Ez ne negatîf im, lê bi salan e ji kiryar û tecrûbeyên vê hikûmetê ku li ber çavan in diyar e, bawer nakim ev hikûmet azadî an jî demokrasiyê ji xwe re bike nexşerê. Ji ber Serokkomar êvara xwe bi gefan bi dawî tîne, serê sibehê jî bi pakêta reforma daraz û demokrasiyê derdikeve pêşberî me. Bi baweriya min ev ne helwesteke maqûl û rasteqînî ye."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dema Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ragihand, di heman demê de diyar kir, Tirkiyê li dijî îşkence û muameleya nebaş tolerans nîşan nedaye û ew îdiayên derbarê îşkence bi pergal û mûameleya nebaş de jî hemû li paş mane, û ew bi bi biryarin destkeftiyên di vî warî de jî biparêzin. Parêzer jî li ser vê daxuyaniya Erdogan dibêjin, ji raportên navdewletî jî wek eşkere dibe, li Tirkiyê îşkenceya bi pergal heye û her berdewam e. Ji bo rawestÎna muameleya nebaş û îşkenceyê tû qonax û merciyên dewletê gavên erênî neavêtine.

Veysî Eskî – parêzer, got:"Wek ku heta niha AK Partî ne desthilat û Erdogan jî ne Serokkomar bû. Ev astengên li pêşiya derbirina raman û azadiyan, îşkence û muameleya nebaş her hebû. Hê berî niha li Xelfetê dengê awazê ji ber îşkenceyê bilind bû, lê rayedarekî bi tenê jî daxuyaniyek ranegihand. Dîsa hê doh hate îdiakirin ku îşkence li personelekî wezareta derve hatiye kirin, dîsa ne ji Erdogan ne jî

ji hikûmetê deng derneket. Ne gotin, di yaseyan îcraet lazim e. Hewcê nedikir li ser azadiya fikr û ramanê yaseyan çekin, ji xwe hene, esil mesele karîgerkirna wan e. Em ê vê prosesê ji nêzîk ve bişopînin."

Mijara din ya ku Erdogan li serê rawestiya jî ya li ser tedbîrên girtinan û azadiya înternetê bû. Derbarê van mijaran de jî got; fikrên azad ên ku li ser înternetê têne weşandin yek ji mijarên herî giring e ku li serê nîqaş têne kirin. Wan bi rêya vê belgeya nû rê li ber nêzîktêdayîneke nû jî vekiriye. Herwiha Erdogan ragihand wan di derbarê garantîkirina mafên meş û xwepêşandanan û civînan de jî digel pêkankirina mafê daraza dadwerî jî gavên nûjen avêtine. Herwiha Erdogan li ser perspektîfa dûyem ya Belgenameya Stratejiya Reforma Darazê jî da zanîn, di karîgeriya pergala mafê daraza dadwerî de armanc dikin ku parastina vê xalê bi hê hêztir pêk bînin. Digel vê yekê Erdogan ragihand, divê fikr û ramanên li ser bingeha rexneyan wek suc neyên nirxandin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c1cbabcf-e7e7-42a3-b4b4-3ff8df32bc5d/053119HZD.ism/manifest