Li stenbolê şahiya çakbûnê hate li darxistin
Bi hevkariya Good4Trust ku pêşniyara pergaleke nû ya aboriyê dike û Şaredariya Şîşliyê, li Parka Hûnerê ya Nîşantaşiya Stenbolê "Şahiya Çakbûnê" hate lidarxistin. Di şahiya ku hilberîner û berxwer anîn bal hev de 35 hilberîner û komeleyên xwezaparêz beşdarî tê de kirin. Herwiha di şahiyê de digel panel û konferansan atolye jî hatin danîn.
K24-Istanbul
Bi hevkariya Good4Trust ku pêşniyara pergaleke nû ya aboriyê dike û Şaredariya Şîşliyê, li Parka Hûnerê ya Nîşantaşiya Stenbolê "Şahiya Çakbûnê" hate lidarxistin. Di şahiya ku hilberîner û berxwer anîn bal hev de 35 hilberîner û komeleyên xwezaparêz beşdarî tê de kirin. Herwiha di şahiyê de digel panel û konferansan atolye jî hatin danîn.
Li Nîşantaşiya Stenbolê "Şahiya Çaknbûnê" hate lidarxistin. Di şahiyê de li ser wan standên hatine danîn de, berhemên firotinê ên hilberîneran jî rast e rast bo berxweran hatin pêşandan. Di vê şahiya ku ji aliyê welatiyan ji nêzîk ve hate şopandin de atolye hatin danîn û konferas jî birêveçûn. Welatiyên ku beşdarî şahiyê bûn ji bilî berhemên xwezayî, di wan atolyeyên hatine danîn de bê berdêl di afirandina berheman de alîkariya hilberîneran jî kirin. Yek ji wan berheman jî çêkirina potikê zarokan bû. Renan Tavukçuoglu ku hilberîna potikên zarokan dike ragihand, ew ji dahata berhemên ku hilberîna wan dikin, hemû lêçûyîn yanî mesrefên zarokên ku nikarin dibistanê bixwînin pêşwazî dikin.
Renan Tavukçuoğlu - hilberînera potikên zarokan, dibêje:"Em van potikên zarokan ku çêdikin difiroşin û dahata wê ji bo zarokên ku rewşa wan ya aboriyê nebaş e û ji ber vê yeke jî nikarin dibistanê bixwînin bikartînin. Me bi dahata sala par 10 zarok dan xwendinê. Loma jî civak, bi baldarî me dişopîne û mirov jî gelekî alîkariya me dikin."
Di "Şahiya Çakbûnê" de, ji bilî komeleyên veguherandinê dikin, heta bi gelek xurekên xwezayî ên ku ji aliyê kevaniyên malê ve hatine çêkirin, hejmareke zêde ya wan merheman jî mirov dikare bibîne. Welatiyan jî baldariya mezin li hember van berhemên xwezayî yên ku li pêşberî sirûştê bi feyde ne nişan dan.
Işinsu Kaya- xwediyê standê, dibêje:"Em sala par jî li vê dere bûn. Ev berhemên me, ên ku bi saya veguherînê vegeriyane û hatine ber destên me ne. Di nava wan de ji torbeyên sarincê bigirin heta bi berhemên danûstandinê jî hene û cih digirin. B rastî jî ev eleqeya li vê derê me gelekî kêfxweş dike."
Ozlem Atabaş - kebaniya malê, got:"Li bal mirovan jî êdî ew daxwaza kirîna berhemên paqij û bi tendûrist, hê zêdetir bûye. Di çalakiyên bi vi rengî de, em hilberîner digel berxweran tên bal hev. Eleqeya li vê derê ji bo me cihê şanaziyê ye."
Xêrxwazên ku beşdarî "Şahiya Çakbûnê" bûn, di hemû saetên berdewamiya şahiyê de, digel hevahengiya komên Jazzê ku bi performansa zindî digotin û mûzikên Radyo Açikê dişlad bûn û bi kêfeke mezin coşiyan.