Navenda Lêkolînên Dersimê: Dewlet daristanên Dersîmê dişewîtine
Navenda Lêkolînên Dersimê liser şewatên daristanên Dersimê raporek amade kir û diyarkir ku: şewatên daristanên Dersimê ji alî dewletê ve tên kirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Navenda Lêkolînên Dersimê liser şewatên daristanên Dersimê raporek amade kir û diyarkir ku: şewatên daristanên Dersimê ji alî dewletê ve tên kirin.
Ligor raporê dewlet bi egera sedemên ewlekariyê, bi mebest daristanan dişewîtine. Ligor raporê: Her sal li Dersimê, Şirnexê, Colemêrg, Çewlikê û gelek bajarên din, daristan bi egera sedemên ewlekariyê, ji alî dewletê ve tên şewitandin. Parêzgariyên van bajaran, bi egerên ewleyiyê – herêmên qedexekirî – radighînin û li van deveran şewatan pêktîn in, rê jî nadin bên vemirandin.
Navenda Lêkolînên Dersimê rapor liser xebatên xwe, lêkolînên xwe û agahdariyên welatiyan amade kiriye.
C.B