Amadeyiyên Komîteya Destûra Sûriye gihiştine qonaxa dawî

Ji bo gotûbêjkirina Komîteya Destûrê ya Sûriyê, Şanderê Navdewletî bo Sûriyê seredana Moskow dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo gotûbêjkirina  Komîteya Destûrê ya Sûriyê, Şanderê Navdewletî bo Sûriyê  seredana Moskow dike.

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgey Vêrshînîn ragihand, sibe Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Gêîr Pêdersen  seredana Moskow dike û dê ji bo do rojan li wir bimîn e . Ligor Vêrshînîn, Pêdersen dê mijara pêkanîna Komîteya Destûra Sûriyê digel berpirsên Rûsyayê gotûbêj bike. Bi gotina wî, pêkanîna wê Komîteyê di qonaxa xwe ya dawiyê de ye û tenê çend hûrguliyên kêm man e, ku çareser bibin.

Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê got jî, ji bo destbikarbûn a Komîteya Destûra Sûriyê di demek nêz de, amadekariyên xwe dikin,.

Di derbarê lidarxistina lûtkeyek di navbeyna Rûsya, Tirkiyê û Îranî de, liser rewşa Sûriyê  Vêrshînîn got, tu demek destinîşankirî, ji bo lidarxistina civînek weha  nehatiye diyarkirin.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment