Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Wezerata Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, li parêzgeha Colemêrgê 2 leşkerên wan hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezerata Bergîriyê yê Tirkiyê  ragihand, li parêzgeha Colemêrgê 2 leşkerên wan hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Wezerata Bergîriyê yê Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, gerîlayên PKKê li ser rêyekê kemîn danaye pêşiya leşkerên wan û şer derketiye di encamê de 2 leşker hatin kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Da zanîn jî, leşkerên ku hatine kuştin bo morga nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hatine rakirin.

Li gorî agahiyên herêmî jê, nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, ji sivîlan re hatiye girtin.

 

S. B