Desteya Balafirvaniyê ya Siûdiyê: Balafirxaneya Şah Xalid hat armanckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Siûdiyê (GACA) ragihand ku Balafirxaneya Navdewletî ya "Şah Xalid" li Riyadê ker ber du êrîşan û di encamê de sê welatiyên Siûdî canê xwe ji dest da û hejmareka dî ya welatî û biyaniyan birîndar bûn.
Di daxuyaniyeka fermî de, Desteya Balafirvaniya Sivîl a Siûdiyê eşkere kir ku Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li roja Pêncşemê rûbirûyî du êrîşan bûye, di êrîşa yekê de sazî û pişkên nav wê balafirxaneyê hatine armancgirtin, êrîşa duyê jî balafireka xeta asmanî ya Siûdiyê hingaftiye.
Desteya navbirî amaje bi wê yekê jî kiriye ku tîmên rizgarkirinê û aliyên peywendîdar li gorî rêkar û planên pêşwext yekser gehiştine cihê wê rûdanê û serederî ligel wê rewşê kiriye.
Li gorî wê daxuyaniyê, di encama wan her du êrîşan de, sê welatiyên Siûdî canê xwe ji dest da û hejmareka welatiyan û wan biyaniyên ku li welatî xwecih in (bi nasnameyên cuda cuda) birîndar bûn; astê birînan jî ji yên sivik heta yên giran hatine tomarikirin û yekser bo wergirtina çareseriya pêdivî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin, hevdem zirarên madî jî gehiştine wê balafirxaneyê.
Di pareka dî ya wê daxuyaniyê de hatiye, Desteya Balafirvaniyê bi hevahengiya berdewam ligel dezgehên ewlehiyê li ser helsengandina ziraran û bicihanîna rêkaran kar dike, bo parastina selametiya geştyar û karmendan.
Her wê desteyê piştrastî jî da ku hemî kar û çalakiyên Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid dîsa hatine destpêkirin û tevgera geştên asmanî dîsa asayî bûye.