Hikûmeta Herêma Kurdistanê 11 ciwanên din ên devera Raparînê ji Libyayê vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser raspardeya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serê sibeha îro Înê, 11 ciwanên dî yên devera Raparînê, ku li welatê Libyayê asê mabûn, bi selametî bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û radestî kesûkarên wan hatin kirin.
Piştî belavbûna nûçeya windabûna hejmareka welatiyan li Libyayê, li roja Duşemê, 5ê vê mehê, rasterast li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, her du wezaretên Navxwe û Fermangeha Peywendiyên Derve hatin spartin ku yekser rêkarên pêdivî ji bo dîtin, rizgarkirin û vegerandina van 11 koçberan bi cih bînin.
Piştî ku berî çend heftiyan 33 ciwan hatin dîtin û vegerandin, zanyar li ser asêbûna 14 ciwanên dî li wî welatî peyda bûn; yekser şopandina berfireh hat destpêkirin û di çend rojên borî de sê ji wan ciwanan hatin vegerandin, serê sibeha îro Înê jî 11 ciwanên dî bi selametî gehiştin nav axa Herêma Kurdistanê.
Li balafirxaneyê, Birêveberê Data û Zanyaran Elî Seîd û karmendên navendê di pêşwaziya koçberan de bûn, piştî kirina pişknîn û çareseriya pizîşkî ji aliyê tîmên tenduristiyê yên balafirxaneyê ve, tîmên Wezareta Navxwe hemî ciwan bi selametî radestî malbatên wan kirin.
Niha bizavên zêde yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xebat û dîtina 10 ciwanên dî yên devera Raparînê berdewam in.
Ji ber wan pêngav û rêkarên giring ên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de bo sînorkirin û rêgirtina di koça neqanûnî de bi cih anîne, di çend mehên borî de rêjeya koça neqanûnî bi rengekî berçav kêm bûye û hikûmet jî tekezê li ser berdewamiya bizavên xwe bo parastina welatiyan dike.