Dîplomatkarên Kurd û Birîtanya hewla pêşxistina peywendîyan didin
Bi armanca dirustikirin û zêdetirkirina pêwendiyên dîplomasî yên Kurdan li Brîtanya, Nûneratiya Hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtanya merasîmek taybet li avahiya Parlamentoya wî welatî encam da.
K24-Lenden
Bi armanca dirustikirin û zêdetirkirina pêwendiyên dîplomasî yên Kurdan li Brîtanya, Nûneratiya Hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtanya merasîmek taybet li avahiya Parlamentoya wî welatî encam da.
Di wê merasîmê de hejmarek parlamenter û kesayetiyên siyasî amade bûn.
Karwan Cemal Tahir, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Birîtanyayê bi Kurdistan24 ragehand: wek nwênerînîya hikumeta Herêma Kurdistanê salane merasîmekê rêk dixe, ev jî wek supasguzarî ya hikumeta Herêma Kurdistanê ye bo dost hevalên me di perlemana, hikumet, dezgehên Birîtanya û revenda Kurd li Birtanîya, di heman dem de, ev merasîme delîveyeke başe bo bihêzkirina peywendîyan.
Mayîk Kepis, endamê perlemana Birîtanyayê ku yek bû ji pişikdarên merasîmê bi Kurdistan24 re got: li 2015yê, şanazîya dîtina Mesrûr Barzanî gehişte min, wê demê Ez li gel şandekê li Hewlêrê bûm, Ez gelek dilxweş bûm bi nerînên wî, lewma jî çavêrê serkevtinê ji kabîneya neheme dikim.