Serokwezîr soza bihêzkirina Herêma Kurdistanê û çaksazî di hemû sekteran de dide
Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê piştî sûndxwarinê soz dide, Herêma Kurdistanê bihêztir bike û çaksazî di hemû sekteran de encam bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê piştî sûndxwarinê soz dide, Herêma Kurdistanê bihêztir bike û çaksazî di hemû sekteran de encam bide.
Parlemana Kurdistanê ligel dayîna baweriyê bi Mesrûr Barzanî wek Serowezîrê Herêma Kurdistanê, bawerî da Kabîneya Nehem de jî.
Ligel sûndxwarinê, Mesrûr Barzanî soz da Kurdistanê bihêztir bike, pêwendiyên bi Bexdayê re baştir bike û jêderên aborî yên Herêma Kurdistanê ferehtir bike.
Serokwezîr got: “Ji piştî destbikarbûna min di Îlona 2018an de bo pêkanîna hikûmeteke giştgîr, erkê min niha ew e, bi hemû partiyên siyasî û aliyên cuda yên netewa me re bi hev re kar bikin, ta ku bikarin hikûmeteke bihêz pêk bînin ku xizmeta xelkê bike, ne ku berûvajî wê. Em nikarin bi serkeftî hikûmeteke bihêz pêk bînin, heger rê bidin nakokî neraziyên biçûk me ji hev cuda bike.”
Serokwezîr daxwaza kir hevahengiya geştir û avaker bi Hikûmeta Iraq a Federalî re bê duristkirin.
Ragihand jî, Hewlêr û Bexda her du alî asayiş û xweşguzariyan dixwazin ku rêzgirtina hevbeş û bi hev re karkirin bibe bingeh. Ev jî bi misogerkirina beşa me ji dahatûya hikûmetê dibe, bi riya çareserkirina hemû ew nakokiyên li ser dahatê heye, ku dabînkirina beşa budceya Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.
Derbarê rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê de, Serokwezîrê amaje bi piştbestina bi petrol û gazê da û soz da ku pêdaçûnê di karta giştî de bike.
Her di wê derbarê de Mesrûr Barzanî got: “Divê dilniyayê bidin ku hikûmeta me bi awayekî temam ron û birpirsyane xizmeta xelkê dike. Ev jî bi riya misogerkirina dahata giştî bo dana qerzan, pêşkêşkirina çaksaziya nû ku rê bide bazirganî geş bibe, rakêşana werbirhênana biyanî û pêşxistina jêrxaneyeke nû dibe.
Serokwezîr daxwaz ji civaka navdewletî kir, piştgîriya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bike û piştevaniyê çaksaziyên wê bike, herwiha hevkariya parastina pêgeha Herêma Kurdistanê wek warekî ji bo xelkê koçber û stemlêkirî bike.
Di wê derbarê de ragihand, “Îro nêzîkî yek milyon û 250 hezar koçberên Îranê li Herêma Kurdistanê dijîn û 275 hezarên din jî ji welatên derdorê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in hevrê û hevpeymanên me berdewam bin bi piştevaniyên xwe ji Herêma Kurdistanê re, em jî wek hemû navçeyên aram, mabenda lêborînê û hevqebûlkirinê dimînin li vê navçeya nearam a cîhanê.”