PDK û YNKê navê kandîdê Parêzgarê Kerkûkê aşkere dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicivin û posta Parêzgarê Kerkûkê yekalî dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicivin û posta Parêzgarê Kerkûkê yekalî dikin.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro li Silêmaniyê şandên Polîtburoya PDKê û Polîtburoya YNKê dicivin û posta Parêzgarê Kerkûkê guftûgo dikin.

Amaje bi wê yekê kir, tê çaverêkirin îro piştî rêkeftina wan li ser pirsa Parêzgarê Kerkûkê, navê kandîdê wê postê bê aşkere kirin.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, di civînê de pirsa şandina şandeke hevbeş bi beşdariya pêkhateyên Kerkûkê bo Bexdayê tê beskirin, ji bo asayîkirina rewşa parêzgeha Kerkûkê guftûgo bikin.

Ji aliyê xwe ve, endamê şanda PDKê Dilşad Şihab ji K24ê re ragihand, civîn îro demjimêr 11:00 li baregeha Polîtburoya YNKê destpê dike.

 

S. B