Li Hesekê 3 teqîn çê bûn

Îro sê teqîn li bajarê Hesekê rû dan û endamekî hêza asayişê birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro sê teqîn li bajarê Hesekê rû dan û endamekî hêza asayişê birîndar bû.

Peymnêrê K24ê li Hesekê da zanîn, îro li bajarê Hesekê 3 teqîn bi riya motorsêklan rû dan, di encamê de endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn birîndar bû.

Piştî teqînan, Hêza Ewlekariya Hundirîn çûnûhatina motorsêklan heta heyama hefteyekê qedexe kir.

Demek e li bajarên Rojavayê Kurdistanê teqîn çê dibin û bi piranî welatiyên sivîl dibin qurbanî.