Sê wezîrên kabîne ya nehem di postên xwe de dest bikarbûn

Li gor rênimayên Mesrûr Barzanî, serok wezîrên Herêma Kurdistanê, evro, Pêncşembîyê, 11/7/2019 piroseya rol radestkirina postên wezaretên Darayî û Abûrî, Pîşesazî û Bazirganî û Pilandananê birêve çûn.

K24- Hewlêr

Awat Şêx Cenab, posta wezîrê Darayê li gel Rêbaz Hemlan, Kemal Muslim Posta wezareta Pîşesazî û Bazirganîyê li gel Elî Sindî û Dara Reşêd li gel Elî Sindî rol radestî hevdû kirin.

Di dema birêveçûna piroseyê de ji bilî supasguzarîya wezîrên berê, tekez hatkirin li ser bi hev re karkirin û cibicikirina naveroka karnameya kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê bi armanca xizmetkirina welatîyên Herêma Kurdistanê.

Biryare piroseya rol radestkirina postên wezaretên din heya dawî ya haftîya dahatî li tevaya wezaretan bihê encamdan.