Rûsya: Pêkanîna Kabîneya nû ya Hikumeta kurdistanê rê xweş dike bo pêşvebirina paywendîyan
Di konfiransa rojnamevanî ya heftîyane de ya wezareta derveya Rûsyayê, ku Kurdistan24 li wir amade bû. Marîya Zaxarova, gotebêja wezareta derve ya Rûsyayê li ser dest bikarbûna Mesrûr Barzanî, wek serok wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand: Pêkanîna kabîne ya nû ya hikumeta Kurdistanê û dengdanê Perlemanê bi wê, rê xweş dike bo pêşvebirin û geşekirina peywendîyên dostane.
K24- Mosko

Zaxarova got: Em hêvî daixwazîn peywendîyên Heme alî û dostane di navbera Rûsyayê û Kurdistana Îraqê de berdewam be. Peywendî yên me li ser binema ya rêzgirtin û ji hev têgihijtinê ye. Em di peywendîyeke asayî ya abûrî û diplomasî deyine li gel Herêma Kurdistanê. Me berjewendîyên abûrî û fire cor di navbera me de heye; lew pêkanîna kabîneya nû û dendana perlemanê bi wê, rê xweş dike bo pêşvebirin û geşedana peywendîyên dostane bi awayekê ku mifaya hevpişik bo herdû alîyan têde hebe.