Kompanyayeke mezin a Brîtanî ji Tirkiyê vekişiya
Li Tirkiyê yek ji kompanyên mezin yên Cîhanê “GVC Holding” ji ber qeyrana aborî ya wî welatî xwe vedikişîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê yek ji kompanyên mezin yên Cîhanê “GVC Holding” ji ber qeyrana aborî ya wî welatî xwe vedikişîne.
Li Tirkiyê hejmarek kompanyayên mezin yên cîhanê jiber qeyrana aborî xwe vekişandine û kompanyaya Brîtanya ya bi navê GVC Holding jî yek ji wan e.
Di nava salekê de kompanyayên cîhanê yên herî mezin xwe ji nav bazirganiya Tirkiyê vekişandine.
Hate ragihandin kompanya Brîtanî GVC Holdingê, di bazirganiya li Tirkiyê de ji sedî 8.2 dahata xwe kêm kiriye û zîyan dîtiye.
Li gorî Rêxistina Vekolîna Siyaseta Aborî ya Tirkiyê, bi vekişandina kompanyên mezin yên Bazirganiyê, ziyaneke mezin digihe aboriya Tirkiyê.
S. B