Bertekên li dijî penaberên Sûrîyeyî zêdetir dibin

Wek tevahîya Tirkîyeyê li herêma Behra Reş jî li dijî penaberên Sûrîyeyî û geştyarên Ereb dijatîyeke mezin heye. Berîya çend rojan li Sînopê li plajeke ku ji gel ra vekirîye pankarteke hat vekirin û hat gotin ku penaberên Sûrîyeyî nikarin li vir bikevin behrê. Piştî bertekan pankart hate rakirin û derbarê kargerê dezgehê da lêpirsîn hat destpêkirin. Lê belê tevî bertekan gelek kes jî piştgirî da daxwaza bicihanîna vê pankartê.

K24- Enqere

Wek tevahîya Tirkîyeyê li herêma Behra Reş jî li dijî penaberên Sûrîyeyî û geştyarên Ereb dijatîyeke mezin heye. Berîya çend rojan li Sînopê li plajeke ku ji gel ra vekirîye pankarteke hat vekirin û hat gotin ku penaberên Sûrîyeyî nikarin li vir bikevin behrê. Piştî bertekan pankart hate rakirin û derbarê kargerê dezgehê da lêpirsîn hat destpêkirin. Lê belê tevî bertekan gelek kes jî piştgirî da daxwaza bicihanîna vê pankartê.

Kargerê dezgehê Hakan Akinci dibêje, ew naxwazin ku penaberên Sûrîyeyî li plaja wan bikevin behrê lewra gel ji wan acis e. Herwiha Akinci dibêje, gelek kes ji ber vê pankartê wî pîroz kirîye û piştgirî daye wî.

Hakan Akinci-kargerê dezgehê, dibêje:"Me pankartê bi Tirkî û Erebî nivîsî û me got; "kesên ku bo welatê xwe şer nakin nikarin bikevin vî plajî".Di dawîyê da jî me got bila nîjada Tirk her hebe. Ev nîjadperestî nîne. Em Tirk in û em welatê xwe hez dikin. Leşkerên me li Sûrîyeyê tên kuştin, lê ew tên dikevin behrê. Bi rastî em ji ber rehetîya wan gelek acis in. Ew mirovên qirêj in em wan naxwazin. Gelek kes piştgirî dide min niha."

Her wiha hin welatî jî piştgirî didin kargerê dezgehê û dibêjin em li tirkîye û behrê ji hebûna penaberên Sûrîyeyê acis in.

Canan Evrimer-welatî, got:"Em her tim tên vê derê. Em dixwazin bi dilrihetî bikevin behrê û li plajê xwe bidin ber tavê. Lê dema penaberên Sûrîyeyî tên em qet rehet nabin. Em wan li welatê xwe naxwazin. Ji loma ez piştgirî didim pankartê. Bila Sûrîyeyî vegerin welatê xwe. Bes e êdî."

Lê belê hin welatî jî dibêjin penaberên Sûrîyeyî li Tirkîyeyê mêvan in divê em xwedî li wan derkevin, çawa têketina behrê heqê me be, wisa heq wan e jî.

Mumin Ozdemir-welatî, dibêje:"Ez ji Sêwasê hatim vir. Li vir gelek geştyarên Ereb hene. Her wiha carinan penaberên Sûrîyeyî jî tên vir û dikevin behrê. Behr behra her kesî ye. Ji bo penaberên Sûrîyeyî qedexeya têketina behrê kiryarîyeke dermirovî ye. Ev yek eyb e,şerm e. Ew li welatê me mêvan in."

Her wiha geştyarên Ereb jî bertek nîşanî van pankart û daxwazên cudakarî û nîjadperestîyê didin û dibêjin ev nêrîneke der mirovî ye.

Mihemed Cûrî-geştyarê Ereb yê Îraqî, got:"Bi rastî ez niha ber bi wê plajê ve diçim. Min jî wê pankartê li ser medyaya civakî dît. Çiqas eyb û şerm e. Ma penaberên Sûrîyeyî qey ji kêfa xwe welatê xwe terikandine. Ew ji ber şer revîyane, yanê ji mirinê xilas bûne. Ew mihacir in. Lê em dibînin ku li dijî wan mixabin nêrîna gel pir xirab e. Divê rayedarên Tirk vê meseleyê çareser bikin"

Ji xeynî Sînop, li bajarên wek Stenbol, Antalya, Mugla û Bursayê jî li dijî penaberên Sûrîyeyî û carinan li dijî geştyarên Ereb cudakarî tê kirin û ew car caran rastî êrîşên nîjadperestî û bertekên welatîyên Tirkîyeyê tên.