Parezgeriya Stenbolê mehek molet dide penaberên bê nasname yên Sûrî
Parêzgeriya Stenbolê ji bo ku penaberên Surî yên bê nasname ji bajarê wan derkevin, heta 20ê Tebaxê,molet da ye

K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Stenbolê ji bo ku penaberên Surî yên bê nasname ji bajarê wan derkevin, heta 20ê Tebaxê,molet da ye.
Parêzgeriya Stenbolê bi daxûyaniyekê ragihand: Di nav sinorê parêzgeriya wan de, 547 Hezar û 479 mêvanên Surî hene.
Bi giştî 1 Milyon û 69 Hezar û 860 bîyanî li Stenbolê dijîn, ew heta 20ê Tebaxê molet didin wan penaberên Surî yên bê nasname, ji bajarê wan derkevin.
Ligorî daxûyaniya parêzgeriyê: Li ser fermana Wezareta Navxweyî tomarkirina navan hatiye sekinandin.
Herwiha welatiyên Surî yên bê nasname eger ji Stenbolê dernekevin û neçin bajarên din, dema werin girtin, dê vegerînin welatê wan.
C.B