Tirkiye: Ji bo pêkanîna Herêma Ewle, xebatên hevbeş ligel Amerika destpê kirin
Tirkiye radighîne, ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê, xebatên hevbeş Tirkiye û Amerîkayê destpêkirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye radighîne, ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê, xebatên hevbeş Tirkiye û Amerîkayê destpêkirin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê eşkere kir. Berpirsên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê ji bo avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyê kom bûn û dest bi xebatên xwe yên hevbeş kirin. Hevdîtinên wan, dê di rojên pêş de jî, berdewam bin. Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo kar û barên Suriyê James Jeffrey, duhî serdana Tirkiyê kiribû û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu re kom bû bû. Biryar dabûn, ku ji bo herêma ewle dest bi danûstandinan bikin.
C.B