Bexçeyên Hewselê 45 salin berhemên xwe li kolanan difiroşin

Li Bexçeyên Hewselê yên Diyarbekirê ku di qada çanda cîhanî de pesendkirî ne, berhemên xwemalî derketin û bexçevanên Hewselê 45 sal in ku berhemên xwe li kolana seriya van bexçeyan difiroşin. Bexçevan her roja pêncşemê berhemên Hewselê li ser dezgehên xwe datînin. Lê daxwaza wan ji rayedaran ew e ku li bazareke taxê ji bo wan cih were veqetandin da ku her roj bikaribin berhemên xwe bifiroşin.

K24-Amed

Li Bexçeyên Hewselê yên Diyarbekirê ku di qada çanda cîhanî de pesendkirî ne, berhemên xwemalî derketin û bexçevanên Hewselê 45 sal in ku berhemên xwe li kolana seriya van bexçeyan difiroşin. Bexçevan her roja pêncşemê berhemên Hewselê li ser dezgehên xwe datînin. Lê daxwaza wan ji rayedaran ew e ku li bazareke taxê ji bo wan cih were veqetandin da ku her roj bikaribin berhemên xwe bifiroşin.

Bexçeyên Hewselê, yek ji mîrateyên cîhanî ne ku li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê heta roja îroyîn hatine parastin. Di van bexçeyan de bi dehan cure fêkî, sebze û şînahî tên çandin.  Li gorî bexçevanên Bexçeyên Hewselê dibêjin; di salên berê de tu car ji bajarên derve sebze û fêkî nehatine kirîn lewra berhemên Hewselê têrî hemû niştecihên bajêr dikir. Azîz Sezgîn 45 sal in li Hewselê bexçevaniyê dike; lê gilî û gazinca wî heye ku rêyên bexçe nayên çêkirin û bexçe nayên dermankirin; lewra ev jî dibe sedem ku berhemên wan kêm bibin û bi êş derkevin.

Azîz Sezgîn-bexçevan, dibêje:"Di salên 90'î de şaredarî û qada cotkariyê bi hev re van bexçeyan derman dikirin. Lê niha ne şaredarî derman dike, ne qada cotkariyê derman dike. Bila rêya van bexçeyan çêbikin, bila derman bikin, bila xelk were jixwe re di nav de bigere, seyranê bike. Xelk tê dibêje, ev bexçe ketine bin parastinê lê bala xwe dide ku tiştek tuneye."

Çend malbatên bexçevan ên ku hemû xizm in û ji heman taxa Sûrê ne; piştî berhevkirina berheman, berê xwe didin vê kolanê ku ev kolan li seriya Bexçeyên Hewselê ye. Ev firoşkarên ku li vê derê ne, di heman demê de bexçevanên van berhemên xwemalî ne û 45 sal in; her rojên pêncşemê, berhemên xwe li vê kolanê datînin. Firoşkar Suleyman Sezgîn jî diyar dike ku; ji ber berhem xwezayî û xwemalî ne, eleqe ji bo dezgehên wan zêde ye û muşteriyên wan ên salan hene ku hemû pêdiviyên xwe ji wan dikirin.

Suleyman Sezgîn-firoşkar, dibêje:"Em fêkî û sebzeyan bi rêyên xwezayî hildiberînin û tînin li vê derê difiroşin. Muşteriyên me jî ji me razî ne. Jixwe bi piranî ew daxwaza berhemên xwezayî dikin; dibêjin heta em berhemên derve bixwin, em ê yên vê derê bixwin. Em jî hewil didin ku muşteriyên xwe razî bikin. Lê pêdiviya me bi bazareke taxê heye ku em bikaribin her roj berhemên xwe bifiroşin."

Bexçeyên Hewselê yên ku dîroka wan digihîje 7 hezar sal berê; di sala 2015'an de ketibû nav lîsteya mîrateyên cîhanî ya UNESCO'yê. Bexçeyên Hewselê xwedî 700 hektaran e û ji destpêkê heta roja îroyîn, li van bexçeyan sebze û fêkî tên hilberîn. Daxwaza bexçevanan jî ew e ku li cihek nêzîk bazareke taxê bê çêkirin da ku ne hefteyê rojek; her rojan bikaribin berhemên xwe bifiroşin.