Hevkariya HDP û CHP tê niqaşkirin
Partiya Demokratîk a Gelan HDP bang li CHP dike ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd berpirsiyarî werbigre ser milen xwe û bo makezagoneke nû alîkariyê bide. Saziyên lêkolînê jî amaje dikin ku divê CHP bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşî xwe biguherîne û bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên wêrek biavêje.
K24-Amed
Partiya Demokratîk a Gelan HDP bang li CHP dike ku bo çareseriya pirsgirêka Kurd berpirsiyarî werbigre ser milen xwe û bo makezagoneke nû alîkariyê bide. Saziyên lêkolînê jî amaje dikin ku divê CHP bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşî xwe biguherîne û bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên wêrek biavêje.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP amadekariyan dike ku bi destpêka serdema nû ya Parlmentoya Tirkiyeyê lezê bide xebatên makezagoneke nû û di vê çarçoveyê de çareseriya pirsgirêka Kurd bîne rojevê. Partiya Demokratîk a Gelan HDP herî dawî bang li CHPê kiri bû di çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsiyariyê werbigre ser milên xwe. Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Garo Paylan jî piştrast dike ku xebatên wan di payîzê de dest pê dike û li gel partiyên di parlementoyê de cih digirin hevdîtinan pêk bînin.
Garo Paylan-parlementerê HDPê yê Diyarbekir, got:"Xebatên me yên bo makezagoneke nû hene. Em dixwazin beriya xebatên makezagonê pêşiya xwe paqij bikin û ev yek jî bi derxistina pakêta çaksaziya darazê dibe. Xebatên CHPê jî bo makezagoneke nû hene. Em ê bi CHPê re jî gotubêjan bikin. Ne tenê bi CHPê re em ê bi 5 partiyên ku di parlementoyê de cih digirin re hevdîtinan pêk bînin."
Saziyên lêkolînê amaje dikin ku piştî hilbijartinê Stenbolê dem hatî ye ku CHP berdêla alîkariya dengdêrên Kurd bide û di vê çarçoveyê de jî HDP bo guherîna makezagonê û çareseriya pirsgirêka Kurd alîkariya CHP dixwaze. Serokê Navenda Lêkolînên Civakî Ya Dîcle DÎTAMê Mehmet Vûral dibêje divê berî her tiştî CHP xwe biguherîne da ku bikare sûdê bide çareseriya pirsgirêka Kurd.
Mehmet Vûral- serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle DÎTAMê, dibêje:"Pêşiyê divê Tirkiye biguhere. CHP partiyek kevin e. Partiya ku Tirkiye ava kiriye ye. Chp biguhere dê Tirkiye jî biguhere. Lê divê HDP jî bi awayeke azad bi fikir û ramanên xwe siyasete bike. HDP di bin bandora hinek aliyan de be ev kar nameşe."
HDP daxwaz ji CHPê dike ku di çêkirina makezagonek nû de CHP encamên hilbijartina Stenbolê berçav bigire û Îyî Partî û Kemalîstên nava CHPê de qane bike, piştî vê yeke jî partiya desthilatdar Ak Partiyê bo gotubêjan bikêşe ser maseya diyalogê.