Hejmarek koçberên Iraqî ji Lîbyayê bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Karbirêkerê Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê ragihand, di encama hewlên wan de çarenivîsa neh koçberên Iraqî yên ku bi rêyên neyasayî çûbûn Lîbyayê hat aşkerekirin û ew kar dikin, da ku wan bi dilxwazî vegerînin nav malbatên wan ên li Herêma Kurdistanê.
Karbirêkerê Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf îro 4ê Cotmehê diyar kir ku dest bi rêkarên piştrastkirina nasnameya wan koçberan hatiye kirin, da ku bi daxwaza xwe vegerin Herêma Kurdistanê.
Sehaf derbarê rewşa wan de got: "Me pişknînên bijîşkî yên pêwîst ji bo koçberan encam dane, da ku em ji tenduristiya wan piştrast bibin. Di heman demê de em bi malbatên wan re jî di pêwendiyê de ne, da ku wan ji silametiya zarokên wan agahdar bikin."
Karbirêkerê Balyozxaneyê herwiha aşkere kir, ji bo hêsankirin û lezkirina rêkarên vegerê, pasaport ji bo van koçberan hatine amadekirin da ku vegera wan a bi ewle misoger bibe.
Ehmed Sehaf tekez kir, balyozxane li ser şopandina rewşa koçberên Iraqî yên li Lîbyayê berdewam e û bi aliyên peywendîdar ên Lîbyayê re di nav hevahengiyê de ye, ji bo ku ewlehiya wan bê parastin û pêvajoya vegera wan a xwebexş bo welêt bi dawî bibe.