ENKS: Waşington daxwaza rêkeftina Kurdî-Kurdî li Rojava dike
Şandek ENKS li gel Wezareta derve ya Amerîkayê civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke ENKSê ku niha li Amerîka ye bi armanca gotûbêjkirina rewşa Rojavaya Kurdistanê li gel berpirsên Amerîkayê û ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê civîya.
Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco ji Amerîkayê ji K24ê re ragehand: Waşington daxwaza rêkeftinekê dike di navbera aliyên Kurdistanî li Rojavaya Kurdistanê dike.
Herweha got: Amerîka dibîne ku ENKS yek ji hêzên sereke ye li Rojavayê Kurdistanê û tê xwastin ku di vê demê de rola wê hebe ji ber ku ENKS pêwendiyên wê bi welatên cîran û opozîsyona Sûriyê û Herêma Kurdistanê re hene.
Kamîran Haco da zanîn jî, di rojên pês de şanda ENKSê dê serdana Almanyayê jî bike û dê bi berpirsên wî welatî re jî bicive.