Li Şirnexê her cure çalakî hatin qedexekirin

Parêzgeriya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta çalakiyên li dijî qeyûman her cure çalakî heta 15 rojan qedexe kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta çalakiyên li dijî qeyûman her cure çalakî heta 15 rojan qedexe kir.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de tê diyarkirin, Wezareta Navxweyî piştî roja 19. 08. 2019an qeyum danîne ser şaredariyên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê, çalakî zede bûne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê eşkere kirin, Ji bo ku li nav sinorê parêzgeriya de alozî û tevlihevî rû nedin, heta 15 rojan wan hemû çalakî qedexe kirine.

Li gorî daxuyaniyê, meş, daxuyaniyên ragihandinê, serdanên goran, belavkirina belevokan,  vegirtina konan û çalakiyên şermezar kirinê heta  06. 09. 2019an hatine qedexekirin.

 

S. B