Nêçîrvan Barzanî û Mike Pence rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence di peywendiyeke telefonî de rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî û Mike Pence rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence di peywendiyeke telefonî de rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin û tekezî li berdewamiya hevbeşî a Amerîka û Herêma Kurdistanê û giringiya hevkarî û hamahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê û hebûna mîkanîzma hevbeş bo vê mebestê bi alîkariya Amerîka bo rûbirûbûna metirsiyên serhildana terorê, kirin.

Di peywendiya telefonî de , Nêçîrvan Barzanî amaje bi baştirbûna peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta fîdral a Iraqê û baştirbûna rewşa aborî li Herêma Kurdistanê kir û tekez kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû pirsgirêkan ligel Hikûmeta Iraqê bi riya diyalogê çareser bike û karê komîteyên  di navbera her dû Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi erênî destnîşan kir.

Herweha Serokê Herêma Kurdistanê rijdbûn di berdewamiya siyaseta Herêma Kurdistanê bo parastin û alîkarîkirina hemû pêkhateyên olî û netewî li Herêma Kurdistanê û karkirin, bo bihêzkirina kiltûra bihevre jiyanê kir û alîkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê bo peydakirina asayîş û avakirina navçeyên wan nîşan da, heta ku bikaribin vegerin cihên xwe.

Ji aliyê xwe ve , Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence , spasiya Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê kir û rêz û pêzanînên welatê xwe bo rola pêşmerge di rûbirûbûna terorê û şikandina DAIŞê de tekez kir. Herweha silav bo malbatên şehîdan û qûrbaniyên destê terorê şand û xweşhaliya rêveberiya Amerîka bo baştirbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û tekez kir, ku Amerîka di alîkarî û piştgîriya her dû aliyan bo çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna terorê de berdewam dibe. Herweha alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, bo alîkarîkirina awareyan û vegerandina wan bo cihên wan.

 

 

C.B