Wezareta Navxwe ya Herêmê û Bexdayê çend pirsên girîng guftûgo dikin
Îro şandeke bilind a Wezareta Navxwe ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro şandeke bilind a Wezareta Navxwe ya Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dicive.
Şanda Wezareta Navxwe ya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Yasîn Yasirî û endametiya Rêvebirê Regeznameya Giştî, Rêvebirê Giştî yê Ragihandinê, Rêvebirê Giştî yê Hatûçûnê, Rêvebirê Jêderên Mirovî, Berpirsê Erkana Pasewanên Sînorî, Berpirsê Firokxaneyan û Cîgirê Rêvebirê Giştî yê Karûbarê Niştîcîbûnê dibe.
Di wê derbarê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, “Wezîrê Navxwe yê Iraqê ligel şandeke bilind îro tê Herêma Kurdistanê û ji bo axaftina li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de me ew vexwandiye.”
Rêber Ehmed got: Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin tîmên wê bên Herêma Kurdistanê û li ser koma pirsgirêkan guftûgoyên cidî bikin, ji ber me ji demekê ve tîm û şandên xwe amade kirine, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bikin.
S, B