Agir bi çend komgehên Hewlêrê ket

Agir bi komgehên “Home Istenbul” û çend komgehên din ên bajarê Hewlêrê ket û tîmên agirkuj hewla kontrola agir didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Agir bi komgehên “Home Istenbul” û çend komgehên din ên bajarê Hewlêrê ket û tîmên agirkuj hewla kontrola agir didin.

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê aşkere kir, 4 komgeh bi temamî şewitîne û tîmên agirkuj hewla kontrola agir û rizgarkirina komgehên din didin.

Da zanîn jî, agir ji berî demjimêrekê bi komgehan ketiye û ta niha agir nehatiye kontrolkirin.

Peyamnêrê diyar kir, 10 komgeh li wî cihî hene û ta niha 4 komgeh şewitîne û tîmên agirkuj dîwaran hildiweşînin bo agir zêde nebe û negihe komgehên din.

 

 

S. B