Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Serokê Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Iraqê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Giştî yê Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Iraqê peyameke serxweşiyê belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Giştî yê Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Iraqê peyameke serxweşiyê belav kir.
Di peyama Serokwezîr de hat: “Mixabin min nûçeya koça dawî ya emîndarê giştî yê Yekitiya wêjevan û nivîskarê Iraqê Îbrahîm Xeyat bihîst.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe derbirî, “Serxweşiyê li kesûkar û heval û rêhevalên nivîskar û rewşenbîrê Iraqê em dikin.Xwedayê mezin giyana wî bi biheşta xwe şad bike û aramî û sebrê bide kesûkarên wî.
Serokê Giştî yê Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Îbrahîm Xeyat duhî 28ê Tebaxê di encama bûyereke trafîkê de li ser riya Hewlêr – Akrê de canê xwe jidest da.
S. B