Serok Barzanî hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Îbrahîm Xeyat derbirî

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê Wêjevan û Nivîskarên Iraqê hevxemiya derbirî û peyameke serxweşiyê bekav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê Wêjevan û Nivîskarên Iraqê hevxemiya derbirî û peyameke serxweşiyê bekav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hat: “Bi mixabinî nûçeya koça dawiyê ya helbestvan, nivîskar û rewşenbîr û Sekreterê Giştî yê Wêjevan û Nivîskarên Iraqê Îbrahîm Xeyat gihîşt me.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi vê boneyê serxweşiya xwe arasteyî tevahiya wêjevan, nivîskar, Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Iraqê û malbata wî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.”

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Wêjevan û Nivîskarên Îbrahîm Xeyat duhî 28ê Tebaxê di encama bûyereke trafîkê de li ser riya Hewlêr – Akrê de canê xwe jidest da.

 

S. B