Serok Barzanî digel Wezîrê Navxwe yê Îraqê civiya
Îro li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî digel Yasîn Yasrî Wezîrê Navxweyî yê Iraqê civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî digel Yasîn Yasrî Wezîrê Navxweyî yê Iraqê civiya.
Di civînê de, ku Rêber Ehmed Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê jî, amade bû, rewşa siyasî û pêşhateyên dawî yên Iraq û navçeyê hatin nirxandin.
Herwiha ronahî xistin ser wan keşeyên erênî, yên ku li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine holê û bi derfetek baş a çareserkirina bi giştî, ya kêşeyan dan zanîn.
Li beşekî din ê civînê de tekezî, liser hemahengiya di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, li dirustkirina asayîş, aramî û rûbirûbûn û nehêlan a terorê kirin.
C.B