Serok Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata mela Mihemed Îmam dike
Bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya olî û niştimanperwer ê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê mela Mihemed Îmamî, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya koça dawiyê ya kesayetiya olî û niştimanperwer ê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê mela Mihemed Îmamî, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî peyama serxweşiyê arasteyî malbata Mela Mihemed Îmam kir û got: “Bi mixabinî nûçe koça dawiyê ya kesayetiya olî û niştimanperwer ê bajarê Seqizê mela Mihemed Îmamî gihîşt me. Di vê boneya xemnak de xwe bi hevbeşê xema we dizanim û serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya dostên mamosteyê koçkirî û xizm û kesûkarê we dikim.”
Di beşeke din a peyama Serok Barzanî de hatiye: “Ji xwedêyê mezin daxwazkar im giyanê mamoste Mela Mihemed bixe ber dilovaniya xwe û dilniyayî û aramiyê jî bi her kesî bibexşe.”
Mamoste mela Mihemed Îmam bi “Mela Mihemedê Konedelanî” navdar e, yek ji endamên Komela Vejîna Kurd e û yek ji zîndaniyên siyasî yên serdema hikûmeta paşayetî li Îranê bûye.
Mamoste mela Mihemed Îmam roja 28ê vê mehê di temenê 93 saliyê de bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir û termê wî li Seqizê bi xakê hat spartin.
S. B