Hikumeta Herêma Kurdistanê hebûna serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê red dike

Hikumeta Herêma Kurdistanê, zelalkirinek belvkir li ser gotgotkên hinek kenalên mêdyayên Îraqê ku gotibûn, serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê Heye û rêveberê wê serbazgehê cenerleke jine.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê, zelalkirinek belvkir li ser gotgotkên hinek kenalên mêdyayên Îraqê ku gotibûn, serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê Heye û rêveberê wê serbazgehê cenerleke jine.

Ev a xwarê jî deqa wê zelalkirnêye:

Zelakirinek ji hikumeta Herêma Kurdistanê

Hinek kenalên mêdyayên Îraqê, bangeşeya hebûna serbazgeheke Îsrayîlî li Hewlêrê kirine û li gor axivtinên wan ceneraleke  jin wê serbazgehê birêve dibe.

Hikumeta Herêma Kurdistanê tevaya evê nûçe ya bê bineme red dike û bi nerîna wê ev tenê piropagindeyeke sîyasî ya bê behaye û aramanc jê, larêkirina rastîyane bo qazanc û destekevtên kesî.