Herêma Kurdistanê sikalayê li dijî yasayeka perlemana Îraqê li Dadgeha Fidralî tomar dike
Komîteya Deverên Kurdistanî yên dereveyê rêveberîya Herêmê, dixwaze bi rêya serokatî ya perlemanê siklayekê lî djî yasaya helbijartina Encûmena parêzgehan li Dadgeha Fîdralî tomar bike, çunkû ew yasa rêgre ji vegerana awareyan bo deverên xwe û aware hatîne naçarkirin daku bo dengdanê vegerin cihên xwe yên berê. Li gor nerîn a wê komîteyê ev yek pêşêlkirina destûre.
K24- Hewlêr

Encûmena Nwênerên Îraqê bi piranîya dengan biryar daye li meha Nîsana sala dahatî, helbjartina encûmena parêzgehan birêve biçe û Kerkûk jî yek ji wan parêzgehane ku hilbijatin têde dihêt encamdan. Perlemantareke Kurd li Bexdayê dibêje: Ew yasa vajî ya maddeya 140 e, çunku di madde ya 140 de hatîye, helbijartin li dverên Kurdistanî yên derveyê rêvebrîya Herêmê birêve naçe heya dema rewşa wan deveran dihên asayîkirin. lew pişkek ji frakisyonên Kurdistanî hewil didin wê yasayê hevwar bikin.
Helbjartina Encûmena Parêzgehan di demkê de dê bihêt encamdan, ku hêj pişkek ji awareyan nevegerîyane ser cihên xwe. Ew yasa jî rê nade wan li Herêma Kurdistanê deng bidin. Ev yek jî vajî ya maddeya 16 ye, di destûra Îraqê de ku dibîje: Hemû welatî li beranber yasayê wek hevin.