Pêntagon: Em berdewam dibîn li hevkarîkirina Pêşmerge
Wezareta Berevanî ya Emerîkayê (pêntagon) ragehand: Emerîka berdewam dibe li hevkarîkirin û hevahengîyê li gel Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Wezareta Berevanî ya Emerîkayê (pêntagon) ragehand: Emerîka berdewam dibe li hevkarîkirin û hevahengîyê li gel Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê.
Maykil Malroy, alîkarê cêgirê wezîrê berevanîya Emerîkayê, di hevpeyvîneke taybet de li gel Kurdistan24 ragehand: Emerîka Berdewam dibe li meşiq û rahînan, pirçekkirin, şîretmendî û hevkarîkirina Hêza Pêşmerge, heya em dilnîya dibîn ku êdî metirsî ji serhildana Daişê nemaye.
Maykil Malroy, got jî: Stayîşa qurbanîyên hêzên Îraqê bi giştî û hêza Pêşmerge bi taybetî dikîn.
Derbarê egera çalakbûna çekdarên Daişê jî, got: Çekdarên Daişê valahîya ewlehîya ku heye li deverên derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê veqostine li deverên dikevin di navbera hêzên Îraqê û Hêza Pêşmerge de. Daxwaz jî kir, supayê Îraq û Pêşmergey li wan deveran hevahengîya zêdetir hebin daku tenahî û aramîyê bo wê deverê vegerînin.
Maykil Malroy , xuya jî kir, ew piştîvanîyê li danûstandinên vê dawîyê di navebra Hewlêr û Bexdayê de dikin bi aramnca çareserkirina tevaya arîşeyîên di navberawan de.
Bi van nêzîkan tevaya wê hevpeyvînê li ser perdeya Kurdistan24 dihêt weşandin.