Temelî: Dijminahiya li dijî Kurdan berfireh dibe
Hevserokê HDPê Sezaî Temelî bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Dîyarbekirê daxuyaniyek da û ragihand, li vî welatî em hemû pêkve dê tekoşîna azadî û aştiyê bilind bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Sezaî Temelî bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Diyarbekirê daxuyaniyek da û ragihand, li vî welatî em hemû pêkve dê tekoşîna azadî û aştiyê bilind bikin.
Hevserokê HDPê Sezaî Temelî hikûmeta Tirkiyê bi dijminahiya Kurdan tawanbar kir û got: Her roja derbas dibe, dijminahiya Kurdan û HDPê berfirehtir dike û êrîşên xwe yên şer zêde dike. Lê bi zulmê tu kes sernekeftiye. Ew çend zulmê li gelê Kurd bikin jî, qeyuman danin jî, ewê tekoşîna xwe bi rêbazên aştiyane berdewam bikin.
Sezaî Temelî bang li gelê Tirkiyê jî kir, da ku li dijî hizra danîna qeyuman derkevin û tekoşîna demokrasiyê bilind bikin û got: Em ti caran hizra wan a takekesî, hizra wan a şer, alozê û siyaseta dijminahiya Kurdan, qebûl nakin.
Hevserok HDPê bang li gelê Tirkiyê kir jî, da ku li dijî hizra danîna qeyûman derkevin û piştgiriya HDPê bikin.
S. B