Konsulê Firansayê: Em bi giringî ve li karnameya kabîneya nûya hikumetê dinerîn
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Olîvîyêh Dîkontînê, konsulê nû yê Firansayê li Herêma Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Olîvîyêh Dîkontînê, konsulê nû yê Firansayê li Herêma Kurdistanê.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li konsulê nû kir û hêvîya serkevtinê bo xwazt û amaje bi peywendîyên dîrokî di navbera Firansa û Herêma Kurdistanê kir û got: Supasîya dewleta Firansayê dikîn ku berdewam hewlêsta dostane hebûye beranber gelê Kurd û Herêma Kurdistanê. Hêvîdarim peywednîyên me zêdetir pêş bikevin.
Li beranber Konsulê Firansayê supasîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê kir û got: Em bi giringîve li karnameya kabçneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê dinerîn û hikumeta Firansayê jî amadeye bo pêşkeşkirina her hevkarîyekê ku pêwîst be bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê.
