Asayîşa Hewlêrê: Daişek li kempa Dîbege hat girtin

Rêveberîya Asayîşa Hewlêrê, di ragehandinekê de aşkera dike ku piştî vedîtina termê welatîyekî ku serê wî hatibû birrîn li kempa Dîbege dest bi vekolînê kirin û Daişek girtin.

K24- Hewlêr

Rêveberîya Asayîşa Hewlêrê, di ragehandinekê de aşkera dike ku piştî vedîtina termê welatîyekî ku serê wî hatibû birrîn  li kempa Dîbege dest bi vekolînê kirin û Daişek girtin.

Di ragehandina asayîşa Hewlêrê de amaje bi wê yekê hatîye kirin, ji encama vekolînê, keseke temen 15 salî girtin ku ser bi rêkxistîya Daişê ye û li gel çar kesên din serê welatîyekî birrîne.

Asayîşa Hewlêrê aşkera dike, ku ew kes navê wî Ehmed Xelîfe Ehmed Meter Koxan e,  ji dayîkbûyê 2004ê ye û li gel çar kesên din li ser rasparteya Daişê, serê welatîyekî bi navê Yûsif Amir Mehemed birrîne û tevaya wan jî li kempê akincîne.

Deqa ragehandina Rêvberîya Asayîşa Hewlêrê:

Ragehandinek ji Rêvebrîya Asayîşa Hewlêrê

Berebeyana şeva buhirî, 1/9/2019 bûyereke kuştinê li kempa awareyên nahye ya Dîbege rûda, ku têde welatîyeke akincîyê wê kempê, bi navê Yûsif Amir Mehemd ki di bineret de xelkê derdora qeza ya Şergate bi vekuştî hatî dîtin.

Piştî ew nûçe gehişîye me, tîmên vekolîn û dûvçûn ên rêvewberîya dest bi vekolînên hûr kirin li ser evê tawanê û di encam de şîyan yek ji tawanbaran bi navê Ehmed Xelîfe Ehmed Meter Koxan, ku ji dayîkbûyê 2004ê ye, û akincîyê kempê ye bigirin.

Tawanbarî îtiraf kirîye ku ser bi teroristên Daişêye û li gel çar terorstên din ev tawan encam dane li ser rasparteya Daişê.

Tawanbar bi maddeya 4 a terorê bende û vekolînên zêdetri li gel wî dihên encamdan û dûvçon jî bo girtina tawanbarên din berdewame.

Ragehandina  Rêvebrîya Asayîşa Hewlêrê

1/9/2019