Hunermendekî Kerkûkê koça dawiyê kir
Hunermendê Kurd, mamosteyê maqaman û kesayrtiyê navdar ê bajarê Kerkûkê Miqdad Mihemed koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermendê Kurd, mamosteyê maqaman û kesayrtiyê navdar ê bajarê Kerkûkê Miqdad Mihemed koça dawiyê kir.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, hunermend Kurd û maqambêjê ji Kerkûkê Mîqdad Mihemed ji ber nexweşiyê îro koça dawiyê kir.
Hunermend Mîqdad Mihemed sala 1935ê ji dayîk bûye, şarazayê gotina maqamê Kurdî, Erebî û Tirkmenî bû û hevalê hunermendê koçkirî Elî Merdan bû û yek ji damezrênerê Navenda Elî Merdan a Meqaman bû.
Hunermend Mîqdad Mihemed xizmeteke hunerî ya mezin li Kerkûk, Kurdistan û Iraqê kiriye û heyama 50 salî kar di warê meqaman de dikir.
S. B