Artêşa Tirkiyê: Li Xakurkê 5 gerîla hatin kuştin
Artêşa Tirkiyê bingehên PKKyê yên li Xakurkê bombebaran kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê bingehên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê li Xakurkê bombebaran kirin.
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, Arteşa Tirkiyê û Dezageha Hawalgiriyê MÎT bi awayekî hevbeş li dijî PKKê li Xakurkê operasyon kirine.
Da zanîn jî, di çarçoveya operasyonê de bingehên PKKê yên li Xakûrkê hatine bomberankirin û di encamê de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Heta niha PKKê li ser vê operaysonê çi daxuyanî nedaye.
Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke bi navê Pençe 1 dabû destpêkirin, roja 24ê Tebaxê jî li Heftanîn û Sînatê dest bi operasyonê “Pençe 3” kiribû.
S. B