Li Hewlêrê konfiranseke zanistî taybet bi yasa ya helbijartina Perlemana Kurdistanê birêve diçe

Bi siponserîya mêdyayî ya Kurdistan24, sube konfiranseke zanistî taybet bi yasa ya helbijartina Perlemana Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

K24- Hewlêr

Bi siponserîya mêdyayî ya Kurdistan24, sube konfiranseke zanistî taybet bi yasa ya helbijartina Perlemana Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

Cebar Ezîz serperiştiyarê pirojeyê bi malpera Kurdistan 24 re ragehand: Ew konfirans taybete bi yasaya Helbijartina Perlemana Kurdistanê, ku heya niha 8 caran hatîye hevwarkirin.

Got jî: Ew konfirans bi alîkarîya rêkxistîya Nîd a Emerîkîye û bi serperiştîya rêkxistîya Mala serkevtinê bo pêşxistina şîyanan birêve diçe. Têde hejmareke vekolînên zanistî li ser pirsên peywest û girêdayî bi yasaya helbijartinê  li Herêma Kurdistanê dihên gengeşekirin.

Xuya jî kir, her yek ji sîstema Kota , pişka rasteqîne pêkhateyan û sîstema Kota ya dîyarkirî bo wan û Kota ya jinan dihên behiskirin û gotûbêjkirin .

Amaje bi wê yekê jî da, ku rasparteyên konfiransê dixin pêşîya alîyên peywendîdar û kar dihêt kirin daku bihên encmadan. Li gor karnameya konfiransê, Înfogirafîkeke taybet li ser yasa ya helbijartinê dixin berçavan. Dûv re di dû panêlan de 5 vekolîn ên zanistî li ser pirsên peywendîdar bi yasaya helbijartinê dê bihên pêşkeşkirin.