Hewlêr hewil dide mafên Pêşmerge ji Bexdayê wergire

Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze zû danûstandinan li gel Bexdayê bike derbarê maf û îmtiyazatên Pêşmergey.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze zû danûstandinan li gel Bexdayê bike derbarê maf û îmtiyazatên Pêşmergey.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, Cotîyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Hewlêr dixwaze ji niha û paşve, Pêşmerge pişkek be ji sîstema berevanîya Îraqê. Got jî: Hevdem li  danûstandinên me li gel Bexdayê, tevaya bernameya hikumetê bo rêkxistin û çaksazîyê di nav hêza Pêşmerge de cîbicî dikîn.

Piştî şerê Daişê , Emerîka , Elmanîya û Birîtanîya bi hevpişkî li gel wezareta Pêşmerge, piroeyeke 35 xalî bo çaksazîyê û yekkirina hêzên Pêşmerge pêşkeşkirin. Li ser evê yekê jî Hejar Ûmer rêveberê peywendî û hevahengîyan li wezareta Pêşmerge dibêje: Ew piroje dem dirêje.

 Herçende pirsa Pêşmerge û hêzên çekdar yeke ji mijarên hestîyar û helpisartî di navbera hikuemta Herêma Kurdistanê û Îraqê, lê niha hewlêr gehiştîye wê bawerîyê ku bihêzkirina hêza Pêşmerge ji bilî Hewlêr divê Bexda jî alîakar be.