Rewangeha Sûrî: Kurdistan24 kenala herî girîng a bi pîşeyî û bêalî kar dikir bû
Qedexekirina karê nivîsgeha Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, gelek karvedan ji aliyên rojnamevan, siyasetmedar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê li pişt xwe anî. Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî radigihîne, Kurdistan24 kenala herî girîng a bi pîşeyî û bêalî kar dikir bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qedexekirina karê nivîsgeha Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, gelek karvedan ji aliyên rojnamevan, siyasetmedar û welatiyên Rojavayê Kurdistanê li pişt xwe anî. Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî radigihîne, Kurdistan24 kenala herî girîng a bi pîşeyî û bêalî kar dikir bû.
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilreham ji K24ê re ragihand, Kurdistan24 karê xwe bi pîşeyane û bêalî li deverên Kurdî û bakurê Sûriyê dikir çi di romalkirina bûyerên di hundirê Sûriye û Bakurê Sûriyê de û bi taybet di şerê li dijî DAIŞê de.
Ramî Ebdilrehman daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, karê Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê vegerîne karê rojnamevanan asteng neke, ev daxwaz jî di çarçova wê yekê de ye ku Rêveberiya Xweser bixwe dibêje, kar û azadiya rojnamevaniyê diparêze.
Li ser bandora qedexekirina karê K24ê li Rojavayê Kurdistanê û rojhilata Firatê, Rêveberiyê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, gelek dezgehên Erebî li dijî Kurdan kar dikin li bakur û rojhilatê Sûriyê hene û bi berdewam karê xwe dikin, lê Kurdistan24 kenala bi pîşeyîyeke temem kar dikir hatiye rawestandin.
Herwiha got jî: Qedexekirina karê Kurdistan24ê di vê dema gefên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê hene de dikeve xizmeta MÎT û artêşa Tirkiyê ji bo êrîşên wan ser Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser.
Ramî Ebdilrehman tekez kir jî, di vê tîma Kurdistanê bi awayekî azad û serbixwe vegere ser karê xwe. Çavdêriya li ser kenalên ragihandinê yên di çarçoveya desthilata Hêzên Sûriyeya Demokrat de hatiye danîn, Kurdistan24ê ya herî girîng bû, ku bi pîşeyî kar dikir û wek hin kanelên din kar li ser dijayetiya aliyan û derxistina fitneyê kar nedikir.
S. B