8 rêxistin qedexekirina karê Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser şermezar dikin
8 rêxistinên yasayî û sivîl, di daxuyaniyekê de, qedexekirina karê Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser şermezar kirin û ragihandin, ew binpêkirina azadiya rojnamevanî û derbirînê ye.
K24- Hewlêr
8 rêxistinên yasayî û sivîl, di daxuyaniyekê de, qedexekirina karê Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser şermezar kirin û ragihandin, ew binpêkirina azadiya rojnamevanî û derbirînê ye.
Di daxûyaniya wan rêxistin û komeleyên yasayî û sivîl de hatiye, kişandina moleta kar a Kurdistan24 ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, li gor yasayên Rêveberiya Xweser bi xwe jî û binpêkirina azadiya rojnamevanî û derbirînê ye.
Ew 8 rêxistin û komele, vê helwêsta Rêveberiya Xweser şermezar dikin û bi destdirêjahiya ser azadiyên sereke binav dikin. Herwiha ji Rêveberiya Xweser daxwaz dikin, ji biryara xwe vekişe û moleta kar ji Kurdistan24ê re vegerîn e.
Di dawiya daxuyaniyê de, ew rêxistin û komela tekez dikin, Kurdistan24 di heyama kar kiriye de, pabendî bi pîvanên pîşeyane bû ye û rêbaza wê jî, pisporî û bêalîbûn bû ye.
Rêxistin û komeleyên yasayî û sivîl ên li ser daxuyaniyê îmze kirin e:
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan
Desteya Yasayî ya Kurdî
Komela Berevaniya li gelên Bin Gefê de - Almanya
Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê - MAF
Komela Berevaniya di ber Mafên Mirovan de li Nemsayê
Komîta Mafên Mirovan - MAF
Navenda Sûrî a Civaka Sivîl û Lêkolînên Mafên Mirovan