Encûmena Wezîran çend pirsan guftûgo dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bo guftûgokirina çend pirsên girêdayî bi hêlên giştî yên karnemaya Hikûmetê îro dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bo guftûgokirina çend pirsên girêdayî bi hêlên giştî yên karnameya Hikûmetê îro dicive.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê destpêka sala nû ya xwendinê û pirsgirêk û giriftên li pêş Wezareta Xwendina Bilind û Wezareta Perwerdeyê û çend pirsên bi Wezareta Darayî û Wezarta Planandanê dicive.

Li gor wî jêderî, di civînê de amadekariyên her du wezartên Perwerde û Xwendina Bilind ji sala nû ya xwendinê re û pirsgirêk û giriftên li pêş wan her du wezaretan tên guftûgokirin.

Herwiha çend babetên girêdayî bi Wezareta Darayî û hin babetên girêdayî bi plana yasadanê li ber ronahiya hêlên giştî yên bernameya karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên guftûgokirin.

 

S. B