Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor li ser Kurdistan24ê hate deng
Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor li ser wergirtina moleta kar ji nivîsgeh û tîma rojnamevanî ya K24ê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hate deng û daxwaza hilweşandina wê biryara tekalî ya Rêveberiya Xweser kir.
K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” helwesta xwe li hember wê biryara Rêveberiya Xweser nîşan da û nivîsî: Agahdar in ku desthilatdarên Kurd li Sûriyê moleta kar ji kenaleke Kurdî ya Iraqê – Kurdistan24 – wergirtiye û rê li ber karê rojnamevanên wê li navçeyê girtiye.
Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor ji Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê daxwaz dike, ku biryara tekalî ya li hember xebata Kurdistan24ê hilweşîne.
Biryara Rêveberiya Xweser li hember Kurdistan24ê nîgeranî û nerzatiyeke mezin li pişt xwe aniye û çendîn navendên rojnamevanî, medyayî û ronakbîrî li dijî wê biryarê piştevaniya xwe ji K24ê re nîşan dane.
S. B