Sendika ya Mamosteyan: Ji waneya bijarde ya Kurdî re, alozî tên derxistin

Serokê Sendikaya Mamosteyan a Diyarbekirê got: Di xwendingehan polên 5-6-7- û 8an de, waneya bijarde - Kurdî, tê asteng kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sendikaya Mamosteyan a Diyarbekirê got: Di xwendingehan polên 5-6-7- û 8an de, waneya bijarde - Kurdî, tê asteng kirin.

Serokê Sendikaya Mamosteyan a Diyarbekrê Recep Şîmşek got: Di dibistanan de, şagirtên polên 5-6-7- û 8an, dikarin waneya zimanê Kurdî bi xwe hilbijêrin.

Wezareta Perwerdê, ji sala 2012an ve, ligel zimanê perwerdeyê yê Tirkî, şagirt dikarin, zimanê Kurdî devokên Kurmancî û Zazakî, wekî wane hilbijêrin.

Serokê Sendikayê dîyar dike: Gelek malbatan gilî kirin e, ku rêveberên perwerdeyî hencetan derdixin, da ku waneya Kurdî di pratîkê de pêkneyê.

Sendikaya Mamosteyan a Diyarbekrê, Wezareta Perwerde Rexne dike û dibêje: Di sala 2016an de, nêzî 100 hezar şagirtan ji bo perwerde ya bi zimanê Kurdî, serîlêdan kirin. Lê bes 48 Mamoste, hatin erkdar kirin.  

Di sala 2018an de rewş aloz birin û di sala 2019an de, hejmarek pêwîst a mamosteyan nehatine erkdar kirin

 

 

 

C.B